În, 24 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 17:53

Herêmên Kurdan

Cenazeyên Cansiz û Hevalên wê li Dîyarbekirê ne

x
Mezinahîya nivîsê - +
Cenazeyên sê jinên Kurd yên sîyasetvan ku di 9’ê mehê de li Parîsê hatibûn kuştin, roja Çarşemê êvarê di saet 20:30’an de anîn Dîyarbekirê.  Ligel ku sermayek ku di bin sifirê de hebû jî bi hezaran kes  li ber balafiregê jibo pêşwazîkirina meytên Sakine Cansiz û herdû hevalên wê amade bûn.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li balafirgehê ji rojnamevana re got “divê ew hêz û kesên pişt van kuştinan werin eşkere kirin nexwe metirsî heye ku kuştinkarîyên bi vî rengî li ser siyasetvanên kurd dewam bikin.”

Parlamnenterê BDP-ê yê Wanê Ozdal Ucer jî jibo Dengê Amerika got “ Gelê Kurd ji doza xwe dilsoze, jibo ku ev hersê şehîd jibo doza Kurdan tekoşin kirine nirxê wan li ba gel pir mezine. 

Merasîm roja Pêşemê demjimêr 11:00’an de wê destpê bike û paşê termê Sakine Cansiz li Dêrsimê, yê Fidan Dogan li Elbistanê, yê Leyla Şaylemez jî li Mersînê dê bê defin kirin.

Raport
Loading
12:00:00 / -:--:--
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--