Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî li Dîyarbekirê Dihêtê Damezrandin


Li Parlemana Tirkîyê Bernivîsa Qanûnî ya jibo damezirandina Zanîngeha Weqfa Selaheddîn Eyyûbî li Diyarbekirê, bi piştgirîya her çar partîyên li parlemanê hate qebûl kirin.

Yek ji endam û damezrînerên Weqf û Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî parlamenterê Partîya
Dad û Pêşvebirinê yê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu jibo gohdarên Dengê Amerîka da zanîn ku Weqfa İhtîyatê li ser rêya Ruhayê, 600 donum arazî sendîye û demek nêz de ê dest bi avakirina zaningehê bikin.

Parlamenterê Kurd destnîşan kir ew kêfxweş in ku bi navê qumandarê Kurd Selahaddîn Eyyubî li Dîyarbekirê zaningehek tê ava kirin.

Yek ji endamê hewildana Zanîngeha Mezopotamyayê Sedat Yurttaş jî îfade kir ji alîyê zanîngehan li hemû herêmê kêmasîyek mezin heye û ew hêvî dike ku Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî li gor pîvanên zanistî perwerde were dayîn.

Nivîskar û Mamosteyê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Mûş Alparslanê Ayhan Geverî jî bibîr xist ku heta niha bi navên gelek kesayetîyên cuda sazî û zanîngeh li Tirkîyê hatine vekirin û got “bi navê şexsîyetekî giranbiha yê Kurd damezirandina zanîngeheke wisa gelekî girîng e.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG