Çarşem, 17 Meha Diwazde, 2014 Demê Xwecihî 20:02

Herêmên Kurdan

"Azadîya Alevîyan û ya Kurdan bi Hev re Girêdayî ye"

Konferansa Alavîyan li DîyarbekirêKonferansa Alavîyan li Dîyarbekirê
x
Konferansa Alavîyan li Dîyarbekirê
Konferansa Alavîyan li Dîyarbekirê
Konferansa Yekê ya Alevîyan di 2-3 meha Şubatê de li Dîyarbekirê hat lidarxistin.
Beşdarên Konferansê dibêjin, gaveke girîng e ku Tevgera Kurd û Tevgera Demokratîk ya Alevîyan hatin ba hev û ew jî jibo çareserîyeke demokratîk hêvî dide wan.

Herwiha hat destnîşan kirin ku azadîya Alevîyan û Kurdan girêdayî hev e.

Parlamanterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) yê Muş’ê, Demîr Çelik ji Dengê Amerîka re destnîşan kir di konferansê de hat îfade kirin ku Qanûna Bingehîn ya nû, jibo pêşketina demokrasîya Tirkîyê pêdivîyeke mezin e. Çelîk herwiha got, divê mafên Alevîyan bi qanûnê were  parastin.

Birêz Çelîk da zanîn ku di nîqaşan de derket pêş ku divê Sazîya Karên Dîyanetê were rakirin û cemxaneyên Alevîyan wek îbadetxane were qebûl kirin.

Di konferasnê de biryara yekîtîya Alevîyên Mezopotamyayê jî hat pejirandin. Serokê Komelên Çandî yên Alevîyan Engîn Guduk biryara konferansê rexne kir û got “bi vê encamnamê dixwazin tevgera Alevîyan perçe bikin.”

Parlamenter Demîr Çelik dîyar kir ku ew ji daxuyanîya Engin Guduk ne agahdar e.
Lê, wî destnîşan kir bela ku konferans ji alîyê Kongreya Civaka Demokratik hat birêve birin, ne jibo hemî Alevîyan. Çelik got, konferans tenê dikaribû jibo Alevîyên Kurdistanê biryaran bigire.


"Azadîya Alevîyan û ya Kurdan bi Hev re Girêdayî ye"
"Azadîya Alevîyan û ya Kurdan bi Hev re Girêdayî ye"i
|| 0:00:00
...    
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 16 DEC 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
16.12.2014 20:10