Pêncşem, 28 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 01:15

Tirkîye

Balyozê Amerîkî Teqîna Hatay Şermezar Dike

x
Roja Duşemê li navçeya Hatayê Reyhanliyê, li derîyê Cîlvegozu ya sînorê nav Sûrîye û Tirkîyê teqînek mezin pêk hat. 
 
Di encama teqînê de heta neha 13 kes mirin, 13 kes bi giranî 28 kes jî birîndar bûn.
 
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di derbarê teqînê de got “ev bûyer nîşan da ku hesasîyet û hewildanên  me yên di derbarê teror û Sûrîyê de ne vala ne. Bila bê zanîn ku him di mijara Surî de him jî di ya terorê de emê ji qirara xwe qet tavîz nedin.”
 
Serokwezîrê Tirkîyê destnîşan kir di derbarê buyerê de spekolasyonek jî hat derxistin wekî ku minibus ji alîyê Tirkiyê diçû Sûrî.
 
 Serokwezîr Erdogan got “ lê qeydîyên kamerayan her tişt  dide xûya kirin ka minibus ji kîjan alî dihat û diçû kuderê”.
 
Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî di derbarê teqînê de da zanîn ku minibuseke ku ji alîyê Sûrî dihat, li mintiqa ku çûnhatina mirovan, nêzî derîyê Tirkiyê teqiya. Birêz Arinç destnişan kir di encama teqînê de  3 welatîyên Tirkîyê, 10 yên Sûrîyê 13 kes mirin; 13 kes bi giranî 28 kes jî birîndar bûn.
 
Balyozê Enqerê yê Amerîkayê Francis Ricciardone jî êrîşê şermezar kir û got “ tu armanc nikare vê êrîşê mafdar derxe. Cîhê xemgînîyê ye ku mirovên mesumi bi qestî bune hedefa êrîşê.”

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection #119 Fulli
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
21.08.2014 11:24