În, 28 Meha Yazde, 2014 Demê Xwecihî 21:17

Herêmên Kurdan

Karsazên Jin yên Kurdistanê li Dîyarbekirê Portokolan Mor Dikin

x
Lijneyek ji Komela Karsazî Xanimanî Kurdistanî jibo danasîn û morkirina hin protokolan jibo çend rojan li Dîyarbekirê bûn.

Seroka komelê Ferda Cemiloglu, cîgira seroka Komelê Suzan Aref, sekretera giştî ya omelê Jiyan Gerdî, berdevka ragihandinê Klara Xesro Caf, endamên komelê Seyran Miranî, Trîske Asedî û Avan Faresî di lijneyê de bûn û li Dîyarbekirê serdana hin sazî û komeleyan kirin.

Ferda Cemiloglu ji Dengê Amerîka re destnîşan kir komele jibo hemû jinên Kurdistanî hatiye damezrandin û got xwestine ku di nav jinên Karsaz yên Kurdan de danûsendinan bidin destpêkirin.

Xanima Ferda da zanîn ku li Herêma Kurdistanê di sîyasetê de % 31;  di wezîfê hikûmî de jî heta % 62 kotaya jinê heye lê di warê aborî û kerta taybet de jin gelek kêm in.

Raport
Raporti
|| 0:00:00
...    
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 28 NOV 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
28.11.2014 22:48