Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdek li Dîyarbekirê Zimanê iPhone Dike Kurdî


Piştî ku internet û telefonên nû bûn beşek jîyana mirovan, bi taybetî hewldanên jibo zimanê Kurdî li ser teknolojîyê jî bipêş ketin. Hin kes bi awayek profesyonel bere xwe dan vî karî lê Celal Gogerê ku tamîr û firotina telefonan dike ji xwe re kirîye mexsed ku zimanê Kurdî bike nav zimanên li ser telefonan.

Celal Goger niha li dikana xwe ya li navçeya Bismila Diyarbekirê, li ser modela iPhone xebatê dike da ku zimanê wê bike Kurdî.

Celal Goger
Celal Goger

Hêjayî gotinê ye ku Celal Goger cara pêşî di sala 2005’an de jibo ku zimanê kurdî bike ser telefonên Nokia’yê jî ketibû nav hewildanan lê kompaniya Nokia’yê serdana wî ya jibo Kurdî qebûl nekir û jêre gotibûn ku zimanekî weha tuneye.

Birêz Goger dibêje “em 40 milyon Kurd in lê ji me kêmtir gel hene ku zimanê wan fermî ye û li ser înternet û tekonoljiyê tê bikar anîn. Mafê me Kurdan jî heye ku em zimanê xwe li hemû qadan dikaribin bikar bînin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG