Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon Serdana Rûsya û Ukrayna Dike


FILE - United Nations Secretary-General Ban Ki-moon.
FILE - United Nations Secretary-General Ban Ki-moon.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro Çarşemê dihere Moskow û Kiev ku krîza li Nîvgrava Kirim bi rêyên dîplomatîk çareser bike.

Hevdem, Civaka Ewlehî ya NY jî li ber e îro paşnîvro bicive û qewimandinên herî nû gotûbêj bike.

Ofîsa Ban Ki-moon ragihand ku ewê roja Pêncşemê bigiheje paytaxta Rûsî û ligel Serokê wî welatî Vladimir Putin kom be.

Çaverê ye birêz Ban herwiha bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov û karbidestên bilind re jî hevdîtinan bike.

Sekreterê Giştî yê NY wê roha Înê jî here Ukrayna û bi Serokê demkî Oleksandr Turchynov û Serokwezîrê demkî Arseniy Yatsenyuk re bicive.
XS
SM
MD
LG