Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Mislim: Êrîşên li Kanada Nîşan Didin ku Dijminê Me Yek e


Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê

Serokê Desteya Rêvebir yê Kantona Kobanê Enwer Mislim ji Dengê Amerîka re qala rewşa bajêr û şerê berdewam dike.

Enwer Mislim
Enwer Mislim

Birêz Mislim dibêje, DAÎŞ bi hêzêke mezin ku ji Til Abyad, Carablus û Raqqa anîye, êrîşî Kobanê dike, lê YPG jî bi qehremanî berwedana xwe didomîne.

Mislim biryara Parlemana Herêma Kurdistana Îraqê jî erênî nirxand ku biryara şandina hêzên pêşmerge ji Kobanê rê pejirand.

Mislim herwiha êrîşa çekdarî ya li Kanada şermezar kir û sersaxî ji gelê Kanadî re xwest.

"Ez li ser navê gelê Kobanê êrîşa terorîstî li Kanada şermezar dikim. Ew careke din xuya dike ku dijminên me yek in. Loma em bang li hikûmeta Kanada dikin ku piştgirîya YPG û Kobanê bike."

Enwer_Mislim_10_23_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG