Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Zara Misto: Gelê Kobanê Nahêle Bajêr Bikeve Destê DAÎŞ


Dayikeke Kurd di mersîma binaxkirina kurê xwe de deng dike. Kobanê, Tîrmeh, 2014
Dayikeke Kurd di mersîma binaxkirina kurê xwe de deng dike. Kobanê, Tîrmeh, 2014

Ew çend hefte ne ku şerên pir dijwar li herêma Kobanê diqewimin.

Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) bi çekên giran ku ji Îraqê, ji artêşa wî welatî anîbû, êrîşî Kobanê kir. Bendewarîya DAÎŞ ew bû ku Kobanê bêxe bin kontrola xwe û bike beşeke dewleta xwe.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rojnamevan Zara Misto êrîşên DAÎŞê û bersîvdana YPG dinirxîne.

Birêz Misto ku di heman demê de, berpirsê malpera Welatî ye, dide zanîn ku DAÎŞ di demên dawî de gelek kuştî dane.

"YPG ev demek e stratejîyeke nû bikar tîne. Lêdixe û paşde vedigere. Bi vê stratejîya serketî, bi dehan DAÎŞ hatine kuştin. Her carê ku DAÎŞ hewil dide pêşde here, YPG yekser bersîva wan dide."

Misto dibêje, gelê Kobanê jî bi awayekî giştî piştgirîya YPG dike û qebûl nake ku axa wî bikeve destê DAÎŞ.

"Dibe ku carna di nav partîyên sîyasî de problem hebin, lê dema mesele te ser Kobanê, herkes dibe yek."

Misto bibîr tîne ku bi hatina qîz û lawên ji serxetê moralê gel û şervanên YPG hîn bilindtir bûye.

"Banga birêz Ocalan ya piştgirî pir girîng bû. Hatina bi sedan kesên ji Bakur manewîyata gel bilind kir û moralekî mezin da me.Herwiha bi sedan xortên Kobanî ji vegerîn bajêr ku axa xwe biparêzin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG