Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî li Dijî DAÎŞ li Sûrîyê Zêde Dibin


Mideast Syria US Airstrikes
Mideast Syria US Airstrikes

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan diblje, êrîşên esmanî ku îhtîmal e ji alîyê hêzên bi pêşengîya Amerîka ve hatine kirin, îro Şemî li armancên DAÎŞ xist.

Demûdest ti piştrastkirin ji karbidestên Amerîkî nehatin ku êrîşê ji alîyê wan ve hatine kirin yan ne.

Hevdem, Serokê Tirkîyê jî got, hêzên Tirkîyê dikarin bêne xebitandin ku devereke ewle li nav Sûrîyê bêne danan, eger rêkeftineke navnetewî hebe.

Jiber êrîşên DAÎŞ li ser Kobanê, tê gotin ku dora 140.000 Kurd bûn penaber û çûn Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG