Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê bi Hezaran Kes jibo Kobanê Meşîyan


i Stenbolê bi beşdarîya hezaran kesan jibo pişevanîya berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên r Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) xwepêşandanek hate lidarxistin.

Xwêpaşandana piştevanîya Kobanê roja Şemîyê êvarê li ser kolana Îstiklal ya Taksîmê bi tevlîbûna Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û gelek sazîyên sîvîl û pîşeyî birêve çû.

Bi hezaran Stenbolîyên ku ji Kurd, Tirk û miletên din pêk dihatin, êrîşên DAÎŞ’ê şermezar kirin û piştgirîya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin.

Serokê Sendîkeya Kedkarên Sazîyên Gelemperî (KESK) Lamî Ozgen, li xwepêşandanê rexne li hikûmeta AKP’ê kir.

“Hikûmeta AKP’ê bi hevkarî û alîkarîyên xwe şirîkê komkujîyên li Rojhilata Navîn e. Em silavê li wan lehengên li Kobanê dikin ku jibo pêşeroja me dîrokê dinîvîsînin. Em wek çîna kedê, ligel gelê Kobanê ne.”

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Şamîl Altan ku ji Pirsûs û Kobanê vegerîyabû Stenbolê, bang û daxwazîyên gelê Kobanê bi beşdaran re parve kirin.

“Me ew sînorên çêkirî yên ku dayik û zarok ji hevdu veqetandine derbaz kirin û çûn nav Kobanê. Em li wir rastî berxwedana gelê xîzan hatin ku li şûna me, wan dilê me xweş dikir. Berxwedêrên Kobanê ji me xwestin em dengê wan bigihînin dinyayê.”

Dayika Kurd Perîhan Yokuş li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re da xuya kirin ku ewê heta ku ev êrîşên xwînxwaran rawestin li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.

Xwepêşandarekî din Yavuz Kahraman jî dîyar wiha axifi:

“Niha dema nîşandana mirovatîyê ye. Divê welatên cîhanê dengê Kobanê û gelê Kurd bibihîzin û xwedî li wan derkevin.”

ST_9_28_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG