Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) dibêje pirtir jî 660 kes di şerê nav mehê de li Kobanê hatine kuştin.
ÇSMM di raporta xwe ya îro de radigihîne ku di şerê berdewam de dora 380 mîlîtanên Îslamî yên DAÎŞê ji alîyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di nav kuştîyan de 260 şervanên YPG û 17 jî sîvîl hene.
DAÎŞ di meha Îlonê de dest bi êrîşeke mezin li ser Kobanê kiribû û bi deh hezaran Kurdên Sûrîyê neçar mabûn ku cîh û warên xwe bihêlin û birevin.