Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Parastinê Îsmet Hesen Rewşa Kobanê Dinirxîne


Kurd li ser sînor bi nîşana serkeftinê piştgirîya YPG dikin
Kurd li ser sînor bi nîşana serkeftinê piştgirîya YPG dikin

Di vê hevpeyvîna taybet de Wezîrê Parastina Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen rewşa Kobanê dinirxîne û agahîyên girîng li enîya şer dide.

Birêz Hesen dibêje, hem li rojava, hem jî li rojhilata Kobanê şer bê navber didome.

"Şervanên YPG û YPJ bi piştgirîya pêşmerge û komên Artêşa Azad şerê dijî DAÎŞ didomînin û gelek ji wan kuştin. Lê, hîn zû ye ku mirov bêje xetera ser Kobanê rabûye."

Hesen raporta hîn dezgehên ragihandine red dike ku jimareke gundên Kurdan hatine rizgar kirin.

"Rizgarkirina gundan ne rast e. YPG wek taktîk êrîşî DAÎŞ dike û dû re jî paşve dikşîne."

Hesen balê dikşîne ser rewşa sîvîlan ku li bakurê rojavayê Kobanê, li ser tixub ase mane û daxwaza alîkarîyê dike.

"Ew înanên me ku li nêzîkî Tilşehîr ase mane di şertên pir giran de dijîn. Îro çeteyên DÎÎŞ bi topan êrîşî wan kir. Bi nêzîkbûna zivistanê rewşa wan wê hîn xirabtir be. Divê herkes alîkarîya wan bike."

Îsmet_Şêx_Hesen_11_6_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG