Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mahmud Balî: YPG Deverên Stratejîk yên Kobanê Rizgar Dike


Çend Kurdên Tirkîyê hilkişîne ser darekê û jibo piştgirîya şervanên YPG nîşana serkeftinê dikin. Mijdar 30, 2014
Çend Kurdên Tirkîyê hilkişîne ser darekê û jibo piştgirîya şervanên YPG nîşana serkeftinê dikin. Mijdar 30, 2014

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Mahmud Balî rewşa dawî ji Kobanê radigihîne û agahîyên girîng ji enîya şer dide.

Balî dibêje, avahîya şeredarîya Kobanê û dibistanên dora wê bi tevahî ji DAÎŞê hatin paqij kirin.

"Paqijkirina avahîya şaredarî ji DAÎŞê alîyê moral ve serketineke pir girîng e. Dema DAÎŞ nû ketibû bajêr ji wê derê hemî ragihandina xwe kiribû ku beledîye di destê wan de ye."

Balî dibêje, bi azadkirina cîhên girîng yên wek dibistana Yarmuk, avahîya şarederîyê YPG însîyatîfa şer girtiye destê xwe û pêşdeçûna xwe bi xurtî didomîne.

Balî dide zanîn ku ji bajarên cîran hîn piştgirî ji DAÎŞ re tên, lê di heman demê de kêşeyên navxweyî di navbera endamên bîyanî û yên Sûrî de derdikevin.

Mahmud_Balî_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:02 0:00

XS
SM
MD
LG