Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gêlo Îsa Agahîyên Girîng Ser Êrîşên Dijî Kobanê Dide


Îro dane sibe çend demjibêr berê endamên DAIŞ çend êrîşên çekdarî û xwekujî li hember bajarê Kobanê û gundekî wê kirin.

Sîyasetvanê navdar Gêlo Îsa ji Dengê Amerîka re ragihand ku çend trombelên DAIŞ ji hêla Tirkîyê ketin nav Kobanê û dest bi gulebarandina hemwelatîyan kirin û jimareke kes kuştin û bîrîndar kirin."

Îsa herwiha da zanîn ku jimareke endamên DAIŞ ji demeke kin berê, wek şervan tev lî komên Burkan al-Firat bûne ku di êrîşan de cîg bigirin.

"Endamên DAIŞ kincên YPG li xwe kiribûn û alên grubên Burkan al-Firat di makîneyên xwe de rakiribûn ku gel bixapînin."

Îsa dîyar kir ku berî êrîşa li navenda bajêr, komeke din ya DAIŞ avêtin ser gundê Berxbotan ya li başûr û 23 gundî kuştin.

Îsa got, rêvebirîya kantonê biryar derxist ku hemwelatî li malên xwe bimînin û nerin derve.

Gelo_Îsa_5_25_15_Peqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:50 0:00

XS
SM
MD
LG