Wezîrê Parastina Kobanê Îsmet Hesen ji Dengê Amerîka re got, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hember êrîşên DAÎŞ berxwe dide.
Wî dîyar kir ku ji Raqqa û Helebê hêzên piştgir jî DAÎŞê re tên.
“Ev bûn 25 roj ku em bi çekên sivik şerî DAÎŞ dikin, lê, bi vîneke xurt ya şervanên YPG û gelê Kobanê. Emê berdewam berxwedana xwe ya dijî terorîstên DAÎŞ bidomînin, lê ji me re sîlahên giran hewce ne.”
Hesen daxwaz ji Amerîka kir ku êrîşên esmanî bidomîne û çekên giran bide wan.
“Eger Amerîka sîlahên ku dikare çekên giran yên wek tank û topên DAÎŞ tune bike, em bi xwe bawer in ku dikarin wan sîlahana birûxînin û wan ji Kobanê derxînin.”
Hesen lê zêdekir ku divî êrîşên esmanî yên koalîsyonê bi awayekî zêdetir berdewam bikin.