Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Ragihandina Xweserîya Demokratîk li Kobanê Hat Pîroz Kirin


Di meha Çilê ya sala 2014’an de projeya xweserîya demokratîk, bi serkêşîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ve ji alîyê jimareke partîyên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin.

Jiber ku sînorên Rojava bi temamî ne di bin kontrola Kurdan de bû, xweserî bi awakî cuda li sê herêman, Cizîr, Kobanê û Efrîn) hate ragihandin.

Ragihandina Kantona Kobanê di 27 meha yekê de bû. Di salvegera duyê ya ragihandina kantonê de, desteya rêvebir a kantonê festîvaleke pîrozbahîyê li dar xist.

Di destpêka festîvalê de mesajên rêveberîyê hatin xwendin û hate dîyar kirin ku îro hemû pêkhateyên Rojava bi awayekî azad li ser axa xwe dijîn.

Rêvebirîya Kantona Cizîrê û rêvebirîya Girêsipî û şandeyek ji Meclîsa Rêvebirîya Şengalê û gelek sazî û dezgehên sîyasî yên li Rojava beşdarî festîvalê bûn.

Ehmed Şêxo, Hevserokê Tev-Dem li Kobanê bang li hemî partîyên sîyasî li Rojava kir ku destek bidin xwserîyê.

MB_1_29_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG