Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîdevanê Qirkirina Gundê Koço Behsa Êrîşên DAÎŞ Dike


Ew çend hefte ne DAÎŞ li herêma Şengalê kiryarên hovane pêk tîne û bi sedan Kurdên Êzîdî kuştine û gelekên din jî dîl girtine.

Jiber qirkirênên DAÎŞ yên ser gelê herêmê, bi deha hezaran Êzîdî warên xwe terkandin û li bajar û dewletên cîran aware bûn.

Gundê Koço ji yek ji wan gundan e ku hovitîya DAÎŞ bi awayekî herî xirab jîyaye.

Gelek gundîyên Koço hatin kuştin û gelekên din jî hinda ne. Herwiha qîz û jinên wî gundî jî di destê DAÎŞ de ne ku tê gotin di bazaran de têne firotin.

Samih Pişî yek ji wan gundîyan e ku ji qirkirina DAÎŞ rizgar bûye û xwe gîhandiye Zaxo.

Pişî dibêje, ji malbata wî tenê ew rizgar bûye û hîn jî nizane aqubeta malbata wî çi ye.

Pişî dide zanîn ku piranîya kesên ku êrîşî wan kirine Erebên xwecihî ne û jiber tirsa wan ew nema dixwazin vegerin Sengalê.

“Berî DAÎŞê, gundîyên Ereb yên cîran êrîşî me kirin û em kuştin. Em ji dewletên mezin dixwazin ku me biparêzin jiber ku em êdî newerin li cî û warê xwe bijîn.”

Samih_Peşî_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG