Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pirsnameya Konda de HDP Bendava Hilbijartinê Derbaz Dike


Ajansa Reuters îro Înê radigihîne ku li gor pirsnameyeke nû li Tirkkîyê, dibe ku partîya desthilardar AKP dikare piştî hilbijartinên 7'ê Hazîranê piranîya nav parlemanê hinda bike.

Reuters dîyar dike ku anket ji alîyê şîrketa Konda ve jibo kompanyeke karsazî hatiye kirin, lê hîn nehatiye weşandin.

Di pirsnameyê de xuya dibe ku dengên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji % 49.8 ya hilbijartina dawî ya 2011 ketiye % 40.5 û maneya wê jî ev e ku AKP piranîya xwe li parlemanê ji dest dide.

Partîya ser bi Kurdan, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî % 11.5 dengan werdigire û bendava hilbijartinê derbaz dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, divê partîyeke sîyasî % 10 hemî dengên seranser Tirkîyê bistîne ku bikaribe têkeve parlemana wî welatî.

Di pirsnameya Konda de Partîya Gel ya Komarî (CHP) % 29 û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî kêmtir ji % 15 dengan werdigirin.

XS
SM
MD
LG