Çarşem, 17 Meha Neh, 2014 Demê Xwecihî 07:30

Sûrîye

'Hevalên Sûrîyê' Pênasînê bi Rikeberîya Sûrî Dike

x
Pirtir ji 100 delegeyên ji welatên curbecur yên cîhanê ku dixwazin Serokê Sûrî Beşar Esed dest ji seroktîyê berde, îro Çarşemê bi fermî pênasînê bi opozîsyona Sûrî dikin ku nûnera rewa ya gelê Sûrîyê ye.

Konferansa “Hevalên Sûrîyê” ku li Fas anku Mexrîb didome, îro Çarşemê piştevanîya xwe ji Hevalbendîya Netewî ya Sûrî re eşkere kir.

Wezîrê Derve yê Fasê Sadeddîn El Osmanî got, “em dixwazin derbazbûna sîtemeek demokratîk li Sûrîyê zûtir bikin û dawî li xunrijandinê bînin”.

Erebîstana Saudî jî li konferasnê ragihand ku ewê 100 mîlyon dolar alîkarî bide serhilayan.

Hevdem, endamê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encumana Niştîmanî ya Kurd (KNC) Dr. Abdulhekîm Beşar rexne li wê konferansê dike ku dawetname ji Kurdan re neşandîye.

Birêz Beşar ku di heman demê de Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê  ye got, opozîsyonek ku Kurd tê de cîh nagirin, ti car nikare temsîla gelê Sûrîyê bike.

Abdulhekîm Beşar herwiha dîyar kir ku ku xencî Kurdan, Alewî û Durzî jî beştarî li konferansa “Hevalên Sûrîyê” nakin û ew jî nîşane ye ku ew konferans tevahîya gelên Sûrîyê hembêz nake.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection # 123i
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
15.09.2014 13:41