Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernard Kouchner Serdana Rojava Dike


Bernard Kouchner ligel Serokê Kantina Cezîrê Ekrem Heso û ligel karbidestên din re ye
Bernard Kouchner ligel Serokê Kantina Cezîrê Ekrem Heso û ligel karbidestên din re ye

Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner jibo serdanekê çû Kantona Cezîrê ya Rojava.

Birêz Kouchner bi rêya Derîyê Semêlka hate Rojava û ji alîyê Wezîrê Derve yê Kantona Cezîrê Salih Gedo, Berpirsê Peywendîya Derve yê kantonê Dr. Abdulkerîm Omer û hîn karbidestên girîng ve hate pêşwazî kirin.

Wezîrê Derve Salih Gedo ji Dengê Amerîka re ragihand ku Kouchner wê 4 rojan li Cezîrê bimîne û ligel berpirsên Rojava hevdîtinan bike.

Di dema dawî de serdanên kesîtîyên nefermî li Rojava pir bûne. Hin pispor dibêjin dibe ku serdanên wiha bibin destpêka peywendîyên fermî bi Ewropa re.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî jî endamê perlemana Danîmarkî Nikolaj Villumsen jî berî çend rojan hatibû Kantona Cezîrê.

Kouchner_ZO_11_26_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:59 0:00

XS
SM
MD
LG