Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Hewar Nêrweyî: Serdana Barzanî Ya Kendavê Ji Encama Rewşek Taybet e


Masoud Barzani
Masoud Barzani

Serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesoud Barzanî di rojên derbasbûyê de, bi seredanek fermî çû bû welatên kendava Erebî, di encama vê serdanê de, çendîn civîn ligel berpirsên mîrgeh û welatên Kendavî encam dane, çavdêr vê seredana Barzanî bi rewşa herêmê ya nû ve girêdidin, bi taybet piştî aloziyên di navbera Rusiya û Tirkiyê de peyda bûyin.

Çavdêr dibêjin xalên sereke yên vê serdanê, pirsa Abûrî, xûrtkirina hevakrî û hevpeymaniya şerê li dij Daişê ye, lê hind kesên din dibêjin, Barzanî daxwaza piştevaniyê ji van welatan xwestîye, dema ku, li kurdistanê Rêfernadûmek pêk bê da ku, ev welat herêma Kurdistanê destek bikin.

Dengê Amerîka deheqî serdana rêzdar M.Barzanî bu welatên kendavî hevpeyvînek li gel Dr. Hewar Nêrweyî pisporê têkiliyên navnetewî - Rojhilata navîn, encam da.

Dr. Hewar Nêrweyî
Dr. Hewar Nêrweyî

Dr. Hewar dibêje"ewê Barzanî daxwaza piştevaniyê ji welatên kendavî bike, da kû di dema rêferandûmekê de ew welat piştevaniya rewşa kurdan bikin".

Temamiya dîdarê di fayla deng de guhdarî bike.

Dr.Hewar Nerweyi
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:37 0:00

XS
SM
MD
LG