Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbateke Êzîdî ji Destê DAIŞê Hat Rizgarkirin


Îro Roja Înê çalakvan Abu Şujaa ji bo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da zanîn ku, ew şiyan malbateke Êzdî ji nav destên DIAŞ rizgar bikin û bigehînin parêzgeha Duhok û teslîmî xelkê wan bikin.

Weke Abu Şujaa dide zanîn malbat ji Şengalê ye, gondê Dehola, ji eşîreta mesquran, dema çekdarên DAIŞê di 3.08.2014an Şengal dagîrkirî, ev malbat tevî bi sedan malbatên kurdên Êzidî girtibûn û winda kirbûn, ew dibêje ev malbat pêşî li bajarê Talafir di girtî bûn paşan ew birine bajarê Reqqa li Sûriyê û ev nizîkî 3 mehane ew anîbûn bajarê Bab yê girêdayî Helebê.

Li gor pêzanînan û bi hevkariya hind kesan, doh roja Pênşemê ev malbat ji Helebê anîne, îro roja înê ew teslîmî kesûkarên wan kirine.

Faila deng li jêr guhdarî bike.

Çalakvan Abu Şujaa
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG