Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDK û Yekgirtuya Îslamî Nêzîkî Hev Dibin


Logoya PDK û Yegirtuya Îslamî
Logoya PDK û Yegirtuya Îslamî

Li gor çavkaniyên herêmî û hin berpirsên îdarî hat zanîn ku Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yegirtuya Îslamî li parêzgeha Duhok lihevkirin da ku Yegirtu Îslamî bi 24 postan di hikûmeta herêmî ya parêzgehê de beşdar bibe.

Bi mebesta nêzîkbûnê PDK dixwaze hin postên îdarî bide Yekgirtuya Îsamî, da ku bi şêweke çalak beşdariyê di rêvebirina îdarî de li Parêzgeha Duhokê bike.

Sebah Babîrî, Peyîvdar û berpirsê Lîsta Yegirtuya Îsamî di Civata Parêzgeha Duhokê de agahî dan Dengê Amerîka.

"Rast e lihevhatinek di navbera Yekgrtu û Partî Demokrat PDKê de çêbûye û medya behsa wê dike, lê ev yek hêşta nehatiye zelalkirin û bi şêweke fermî nehatîye ragihandin."

Kerem kin temamiya raportê di fayla deng de guhdarî bikin.

Hevkariya PDK û Yegirtu
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00

XS
SM
MD
LG