Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Mamosteyên Duhokê Daxwaza Mûçeyan Dikin


Teachers Protest in Duhok City Kurdistan -Iraq
Teachers Protest in Duhok City Kurdistan -Iraq

Hejmarek mamostên bajarê Duhokê li Herêma Kurdistanê, ji bo wergirtina Mehaneyên xwe yên ku ev çend mehe nehatine dan, xwenîşandanek protestoyî li ber deriyê rêveberiya giştî ya perwerdeya Duhokê encam da.

Di vê çalakiyê de yek ji mamsotayên nerazî daxweyaniya nivîskî xwend, beşek ji daxweyaniyê weha bû: " Li her derê û li her cî tex û çina mamostan rolek giring di avakirina civakê de di bîne, lê dema ev çîna giring mandî û bêçare bimîne dê civakek mandî û bêçare jî bi xwe re bîne".

Piştî ku daxweyanî hat xwendin, pêşkeşî rêbevirê giştî yê perwerda Duhok birêz Abid Yosiv hat kir in, Yosiv soz da mamostayan, ku bi riya emailan bi zûtrin dem daxwazên wan ji wezareta perwerdê re bişîne.

Wek tê zanîn ku ev çend roj in li bajarên herêma Kurdistana Iraqê mamoste û fermanberan, meş û mîtingên protestoyî lidar dixin, daxwazê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku mehaneyên wan yên ku ev çende nehatine dan, ji wan re bên dan, da ku, bikarin malbatên xwe ji kirîa darayî ya heyî rizgar bibin.

Jibo Pêzanînên zêdetir, dataya Deng ya li jêr guhdarî bike.

Mamsotayên Duhokê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG