Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rijêma Sûrî li Dij Xwendina Bi Zimanê Kurdî Biryar Girt


Ekrem Hiso Wezîrê perwerdê li Kantona Cizirê di nava xwendekaran de.
Ekrem Hiso Wezîrê perwerdê li Kantona Cizirê di nava xwendekaran de.

Piştî rêveberiya Kantona Cizîrê, biryara xwendin û hînbûna bi zimanê dayikê stendî, Rijêma Sûrî birayara girtina 35 dibistanan derxist, herweha 800 mamoste hişyar kirin ku ew biçin dibistanan wê mûçeyên wan werin birîn .

Biryarê metirsî xiste di nav mamosteyan de.

Dengê Amarîka bi hin mamosteyan re axivî û nerîn û nirxandina wan wergirt, mamosta di vê mijarê de di hevdeng nebûn, hinan ji wan dan xweya kirin ku, ew li gûr systema perwerdeya bi Erebî û ji bal Dewleta Sûrî de, hatine wezîfedar kirin, hinan jî dan zanîn ku, çi bibe, bila bibe, lê ew dest ji perwerdiya bi zimanê kurd bernadin.

Biryara rêjîma sûrî bi girtina dibistanan tê wateya zêdekirina zext û givaşan liser Rêveberiya Xweser daku, ji birayara perwerdeya bi zimanê kurdî vegere, lê dibistan heya niha man vekirî û li hember birayara rijêma Sûrî liberxwe didin.

Wîzareta perwerdeyê ya rêveberiya xweser biriyar da ku çi mamoste ji aliyê rêjîmê were dûrxistin ewê bi barê mûçeyn wan rabin, bang li mamosteyan kir ku zarokên dibistanan bê xwendin nehêl in.

Datay Deng Gûhdarî Bikin.

Dibistanên Kurdî li Cizirê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG