Şemî, 18 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 20:07

Konferansa Navneteweyî ya Enerjîyê li Hewlêrê Destpê Kir

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Taner Yildiz li konferansa Hewlêrê beşdar bû.
Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Taner Yildiz li konferansa Hewlêrê beşdar bû.
Mezinahîya nivîsê - +

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê ragihand ku dixwaze li Tebaxa 2013'ê dest bi hinartin neftê bike, bi rêya lûleyên nû yên petrolê ku nefta herêmê bi Tirkîyê ve girê didin.

Di konferanseka navneteweyî ya enerjîyê de li Hewlêrê roja Yêşemê, Aştî Hewramî Wezîrê Jêderên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê got ku li Tebaxa 2013’ê Herêma Kurdistanê dikare rastexwe nefta Herêma Kurdistanê bişîne derve.

Herwiha di gotarekê de li konferansa Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku neft û gaza Herêma Kurdistanê jibo dabînkirina enerjîya cîhanê wê roleke girîng bibîne.

Wezîrê Enerjî yê Tikrîyê jî di konferansa Hewlêrê de amade bû ku du rojan berdewam dibe.

Hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî dijitîya kontraktên neftê yên navbera Herêma Kurdistanê û kompanyayên bîyanî dike.

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--