Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Hember Mizgefta li Kuweytê Radike Ser Xwe


Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku endamên wê êrîşa xwekujî ya hember mizgefteke Şîayan li paytaxta Kuweyt pêk anîye ku 25 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Grubeke bi navê Najd ku ligel DAIŞ peywendîdar e, ragihand ku wê êrîşa ser mizgefta Îmam Sadiq ya paytêxt pêk anî.

Hêjayî gotinê ye, êrîşa xwekujî di dema nimêja nîvro de qewimî ku gelek kes jibo nimêja Înîyê mizgeft tijî kiribûn.

Rêxistina Najd herwiha ragihand ku endamên wê du êrîşên wî rengî yên li Erebistana Saudî jî pêk anîne.

XS
SM
MD
LG