Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Laricanî ligel Hevtayê xwe yê Sûrî Cîhad El Laham Civîya


Serokê Parlemana Îranê, Alî Laricanî û hevtayê wî yê Sûrî Cîhad El Laham
Serokê Parlemana Îranê, Alî Laricanî û hevtayê wî yê Sûrî Cîhad El Laham
Serokê Parlemana Îranê, Alî Laricanî ku do çûbû Şamê hevdîtinên xwe didomîne.

Alî Laricanî îro Înîyê bi hevtayê xwe yê Sûrî Cîhad El Laham re kom bû. Medyaya dewletê radigihîne, Larîcanî welatên herêmî sucdar kirine ku arîşeyan li Sûrîyê çêdikin.

Serokê Parlemana Îranê, Alî Laricanî herwiha bal kişandîye hewcebûna reformên demokratîk li Sûrîyê.

Hevdem, bizavkarên Sûrî dibêjin şerên navbera hêzên hikûmetê û yên serhilda didomin ku taxên başûrê paytaxt Şamê bixin bin kontrola xwe.

Rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî roja Pêncşemê ragihandibûn ku pirtirî 40.000 kes li wî welatî hatine kuştin, ji meha Adar a sala çûyî anku destpêbûna serhildana vir ve.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ji Dengê Amerîka re dibêje ku 28.000 ji qurbanîyan gelê sîvîl û serhilda ne. Ew herwiha dide zanîn ku bêtir jî 10.000 leşkerên Sûrî jî heta niha jîyana xwe hinda kirine.
XS
SM
MD
LG