Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Êrîşên Esmanî Wê Heta Têkbirina Terorîstan Bidomin


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Çarşemê got, heta ku grubên terorîst li Sûrîyê têk neçin, welatê wî dê êrîşên esmanî ranewistîne.

Lavrov taybetî navê Nusra ya girêdayî El Qayde anî pêş û got jibo wan ti sedem tune ku êrîşên hember wê koma tundrê bisekinin.

Rûsya dibe armanca rexneyên welatên Rojava, bi sedema ku jiber êrîşên wê yên esmanî şûna xirabkaran, li hêzên opozîsyonê dixin, lê Moskow her dem wî îdiayê red dike.

Şîroveyên Lavrov di vê demê de tê ku Neteweyên Yekbûyî bo domandina danûstandinan hewleke xurt dide.

Hêjayî balkişandinê ye heta niha nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura nekarîye şandeyên hikûmeta Sûrî û opozîsyonê rastexwe bîne hember hevdû.

XS
SM
MD
LG