Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest Dibêjin lî Lîberya Xeterîya Ebola Nema


Termê hemwelatîyekî Liberiayê yê 17 salî bi vîrusa Ebola hate piştrast kirin. Ev haleta yekê ye li Lîberya ji dema ku li 9’ê Gulanê hate ragihadin ku Ebola li welêt nemabû.

Cîgirê Wezîrê Saxlemîya Lîberya Tolbert Nyenswah îro Sêşemê piştrast kir ku ne hewce ye gel bitirse.

Wî got, kesê mirî bi ewlehî hate veşartin û tîma ku peywendîyên wî dişopîne êdî dest bi kar kirîye.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan ragihand ku gencê 17 salî li 24’ê Hezîranê miriye.

Qurbanîyê Ebola li devera Margibi mir. Ew dever bi xwe dûrî sînorên Guinea û Sierra Leone e. Li van her du welatan vîrusa Ebola herî zêde belav bibû.

Karbidestekî wezareta saxlemîya Liberia got, pispor hewil didin bizanin eger kesê mirî vîrus bi rîya rêwîtîyê girtibe.

Devera Margibi nêzîkî firokxaneya navnetewî ya Lîberya ye. Ew jî dora 50 kîlometran li başûrê Monrovia paytaxt dikeve.

XS
SM
MD
LG