Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşeke Xwekujî li Rojhilata Lîbya Pêk Tîne


Hezkirîyên Krîstîyanên Etyopyî ku ji alîyê DAIŞ ve Lîbya hatin kuştin
Hezkirîyên Krîstîyanên Etyopyî ku ji alîyê DAIŞ ve Lîbya hatin kuştin

Di êrîşeke xwekujî de 1 kes li bajarokê Qubbah ya li rojhilata Lîbya hat kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa Reuters radihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya wê êrîşê rakir ser xwe.

Pispor dibêjin, DAIŞ valahîya desthilatê li Lîbya bi kar tîne, piştî ku Serokê berê Muammer Qedafî ji desthilatê hat ladan.

DAIŞ li bajarên wek Derna, Qubbah û li hîn deverên din çalakîyan pêk anîn û bîyanîyan kir armanc. Gruba tundrê herwiha bi dehan misirî û Krîstîyanên Etyopyî jî kuştibûn.

Hêjayî gotinê ye, jiber alozîyên heyî û rewşa xirab ya ewlehîyê piranîya balyozxaneyên li Lîbya valakirî ne.

XS
SM
MD
LG