Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Britanî: Reng E Putîn Fermana Kuştina Litvinenko Daye


Marina Litvinenko, widow of former Russian spy Alexander Litvinenko, holds a copy of the report for the media during a press conference in London, Jan. 21, 2016.
Marina Litvinenko, widow of former Russian spy Alexander Litvinenko, holds a copy of the report for the media during a press conference in London, Jan. 21, 2016.

Vekolînerekî bilind yê Brîtanî dibêje, îhtîmal e ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi xwe fermana kuştina sixurê berê yê Rûsî Alexander Litvinenko daye.

Dozgerê karkenar Robert Owen, ku niha seroktîya desteya vekolîna kuştina Litvinenko dike, îro Pêncşemê ragihand ku vekolîna wî ya salekê piştrast kiriye dewleta Rûsî ji kuştina Litvinenko berpirs e.

Owen da zanîn ku jahrkirina Litvinenko di Mijdara 2006an de ji alîyê du ajanên Rûsî ve li Millennium Hotel a navenda Londonê hate kirin,

Alexander ku dest ji karê xwe berdabû û bûbû hevrikê desthilata Rûsî û li Brîtanya di sirgunîyê de dijîya.

Raportên medyayî dibêjin, yek ji sedemên kuştina wî ew bş ku Putin wek pedophile anku hezkirîyê zarokên biçûk nav kiribû.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsî Maria Zhakarova got, ew nerazî ne ku dozeke tawankarî bi wê vekolînê zivirî rengekî sîyasî û zîyanê bide têkîlîyên dualî.

XS
SM
MD
LG