Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê YPG li Kobanê Mahmud Berxwedan Agahîyên Pir Girîng Dide


Kurdên Pirsûsê li ser tixub piştgirî didin YPG'ê
Kurdên Pirsûsê li ser tixub piştgirî didin YPG'ê

Di bernameya Hello Washington'a zindî de Fermandarê Giştî yê YPG li Kobanê, Mahmud Berxwedan amade bû û agahîyên girîng li ser Kobanê û şerê berdewam da.

Birêz Berxwedan got, berxwedana ku nêzîkî 100 roj in dewam dike, ji dîroka berxwedêr û neteslîmbûna gelê Kobanê tê.

“Mirovên Kobanê welatê hezkirîyên welatê xwe û axa xwe ye û ti car teslîmîyet qebul nekirine. Şervanên YPG û YPJ jî bi heman ruhê berxwedanê dikin.”

Mahmud Berxwedan bale dikşînin ser tunebûna çekên giran û bang li Amerîka û welatên Ewropa dike ku sîlahên pêşketî bidin wan.

“Di alîyê moral û merxasîyê de ti problema tuneye, lê hêla çekan de problema me mezin e. Em hewil didin ku bi çekên sivik şer bikin. Divê cîhan piştgirîya me bike,”

Di bernamê de herwiha Cîgirê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nahsan û Berpirsê Malpera www.Welati.net Zara Misto jî beşdar bûn û li ser jîyana wê derê ragihandin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka li Cezîrê Zana Omer jî tev li bernamê bû û bandora Kobanê li ser hatina şandeyên bîyanî nirxand.

HW_Mahmud_Berxwedan_12_19_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:47:37 0:00

XS
SM
MD
LG