Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên NY û Malîyî Bingeha Polîsan ji Destê Çekdaran Distînin


Timbuktu, Mali
Timbuktu, Mali

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Malî û hêzên Malîyî bingeheke polîsan ya li bajarê Timbuktu jinûve xist bin kontrola xwe, piştî ku ew, bo demeke kin, ji alîyê çekdarên nenas ve hatibû standin.

Berdevkê nûnertîya Neteweyên Yekbûyî li Malî Olivier Salgado da zanîn ku pevçûn li cîhê bûyerê bi dawî hat û hêzên ewlekarîyê lêgerîna alavên peqînkar li deverê dikin.

Demûdest eşkere nebû ku kê ew êrîş pêk anî, lê bakurê Malî di salên dawî de bûye qada tundîyeke xurt ji alîyê mîlîtanên Îslamî û mîlîsên nijadî yên Tuareg.

Hêjayî bîrxistinê ye, hêza aştîxwaz ya Neteweyên Yekbûyî li Malî di sala 2013’yan de hatibû damezrandin.

XS
SM
MD
LG