Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Malî 80 Rehîne Rizgar Bûn, 3 Êrîşvan Hatin Kuştin


80 kesên ku ji alîyê çekdaran ve, li oteleke luks ya Malî hatibûn dîl girtin, di operasyona hêzên taybet yên Malîyî de hatin serbest kirin.

Karbidest didine zanîn ku çekdarên ku diruşmên Îslamî diqerîyan, 3 ji 170 rehîneyên xwe kuştin.

Raportên ji wî welatî tên radigihînin ku hêzên Malîyî qat bi qat ber bi çekdaran ve pêşde diçin û bi hêvî ne ku rehîneyên li Radisson Blu Hotel mayî, rizgar bikin.

Hîn dezgehên ragihandinê îdia dikin ku hêzên taybet yên Amerîkî jî di operasyona rizgarkirinê de cîh digirin, lê ew agahî hîn piştrast nebûye.

XS
SM
MD
LG