Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê bû Sedema Alozîyan


Xwenîşandêr hewil didin ku xwe ji polîsan biparêzin Stenbol, Gulan 1, 2014
Xwenîşandêr hewil didin ku xwe ji polîsan biparêzin Stenbol, Gulan 1, 2014
1’ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, li Stenbolê bi mudaxaleya polîsan ya li dijî karkerên ku dixwestin bimeşin Meydana Taksîmê hate pêşwazî kirin.

Beramberê sendîkayên ku xwestin herin Taksîmê, li Meydana Kadikoy jî pîrozbahîyên cejna karkeran bi aramî birêve çûn.

Lê, grubên xwestin herin Taksîmê jî rastî mudaxaleyên tund yên polîsan hatin.

Di encama mudaxaleya polîsan û pevçûnan de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kesên din jî hatine binçav kirin.

Heta ev nûçe dihate amade kirin jî, alozîya navbera polîs û xwepêşanderan berdewam dikir.

Roja Çarşemê Walîtîya Stenbolê ragihandibû ku Meydana Taksîmê ji xwepêşandanan re qedexe ye û ew destûrê nadin karker li wir kom bibin.

Karbidestên hikûmeta AKP’ê jî ev çend roj in di daxuyanîyên xwe de ragihînin ku karker tenê dikarin li qadên pêşnîyarkirî Cejna 1’ê Gulanê pêşwazî bikin.

Lê, piranîya sendîka û rêxistinên kedê yên li Tirkîyê, jiber bîranîna kuştina 37 karkeran li sala 1977’an li Qada Taksîmê, girîngîyeke mezin didin vê meydanê.

Ew, Meydana Taksîmê wekî qada 1’ê Gulanê bi nav dikin ku dixwazin cejna xwe li wir pîroz bikin.

Her çiqas çend sal berê hikûmeta AKP’ê qedexeya li ser Taksîmê rakiribû jî, piştî zêdebûna nêrazîbûnên li dijî hikûmetê ku bi bûyerên Parka Gezîyê li Taksîmê xwe dabûn der, êdî naxwazin vê meydanê ji xwepêşandanan re veke.

Jiber qedexeya li ser Taksîmê îro Pêncşemê tenê destûr hate dayîn ku rêvebirên sendîkayên karker û karmendan li cîhê ew karker hatine kuştin anku li Kazanci Yokuşu wan yad bikin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG