Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Hewandina 120 Hezar Penaberan Nîşana Yekbûna Ewrupa ye


Penaberên Sûrî li Almanya
Penaberên Sûrî li Almanya

Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Pêncşemê bi walîyên 16 herêmên wî welatî re, li ser kêşeya penaberan civînek dar xist.

Xanim Merkel di civînê de got, biryara Yekîtîya Ewupa ya hewandina 120,000 penaberan di nav endaman de nîşana yekbûnê ye, lê wê hişyarî da ku ew tenê gava yekê ye.

Merkel di civîna li paytaxt Berlînê de got ku li pêş Ewrupa hîn gelek tişt mane ku di derbarê çareserkirina krîza penaberan de bike.

Wê bal kişand ku şerê li Sûrîyê ku sedema bingehîn ya krîza penaberan ya li Ewrupa ye, tenê bi alîkarîya Amerîka, Rûsya û Rojhilata Navîn dikare çareser be.

XS
SM
MD
LG