Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandan de Dehan Kes li Misirê Hatin Kuştin


Di xwepêşandanên girseyî de herî kêm 15 kes îro Yekşemê li Misirê hatin kuştin.

Medya Misirî radigihîne ku bi dehan kesên din jî paytaxt Qahîre û li du bajarên din, di encama pevçûnên ligel hêzên ewlekarîyê birîndar bûne.

Tê ragihandin ku piranîya kuştinkarî li taxa Matariya ya Qahîrê qewimîn. Ew tax wek cîhekî xurt yê piştgirên grubên Îslamî tê qebûl kirin ku piştevanên Biratîya Misilman, Îxwan bi polîsan re ketin pevçûnan.

Hêjayî gotinê ye, ew xwepêşandêr di salvegera duyê ya serhildana 2011ê tên ku rêberê dûrdemî Husnî Mubarek ji desthilatê hatibû dûrxistin.

XS
SM
MD
LG