Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Misto: YPG bi Piştgirîya Pêşmerge Zîyaneke Mezin Dide DAÎŞ


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rojnamevan Zara Misto di roja 54'an de êrîşên Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) ya ser Kobanê û bersîvdana YPG û pêşmerge dinirxîne.

Birêz Misto ku di heman demê de, berpirsê malpera Welatî ye, dide zanîn ku şervanên YPG bi piştgirîya pêşmerge û firokên esmanî yên Amerîkî zîyanên mezin li DÎÎŞ dide û gelek ji wan kuştine.

"Piştî darbeyên YPG yên vê dawîyê, moralê DAÎŞ pir xirab bûye û nizanin çawa bikin. Li bajarekî wiha dorpeçkirî texmîn nedikirin ku dijî wan berxwedaneke wiha hebe."

Misto hîn raportên medyayî red dike ku hatina pêşmerge bandoreke girîng neanîye.

"Wek hêzeke piştgir, pêşmerge karên hêja li Kobanê dikin û alîkarî didin YPG. Nûçeyên ku dibêjin pêşrmege bê bandor e, ne rast in."

Zara_Misto_11_7_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:01 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG