Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) êrîşkirina berdewam ya nexweşxaneyeke bin kontrola serhildayan ya Humsê, bi bombeyên barîl şermezar kir.
MSF dide zanîn ku di bombekirinên hikûmetê de 7 kes hatin kuştin, 47 kesên din jî birîndar bûn ku nîvê wan birîndaran jin û zarok in.
MSF dibêje, nexweşxane roja Şemîyê du caran rastî êrîşan hatiye û êrîşa yekê ji alîyê helîkopterekê ve hatiye kirin ku mêrek û qîzeke 16 salî tê de hatin kuştin.
Di êrîşa duyê de 1 kes hatiye kuştin û 31 nexweşên ku ji êrîşa yekê hatibûn nexweşxanê û karmendên wê nevendê hatin armanc girtin.
Dîrektorê MSF Brice de le Vingne di daxuyanîyekê de êrîşên hikûmeta Sûrî şermezar kir.