Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Îdiayên Rûsya ya Ser Derbasbûna Esmana Tirkîyê Red Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO’yê îro Sêşemê îdîayên Rûsya red kir ku dibêje, derbasbûna wê ya leşkerî nav esmana Tirkiyê ne bi mebest bû.

Jens Stoltenberg di konferanseke rojnamevanî de li Brukselê got ku du bûyerên cuda çê bûne û “vê binpêkirinê demeke dirêj dom kir.”

Rêberê NATO herwiha da zanîn, “ev ne wekî bûyerekê ye, jiber ku ew du caran di dawiya hefteyê de çê bû.”

Di daxuyaniyekê de, berdevka NATO Carmen Romero da zanîn, Stoltenberg piştrast kir ku general û pisporên leşkerî yên NATO’yê dê peywendiyê ligel hevtayên xwe yên Rûs bikin, derbarê derbasbûna firokên cengî yên Rûsya li nav esmanê Tirkiyê.

Do Duşemê jî, balyozên NATO di civîneke taybet de lihev rûniştin û bang li Rûsya kirin ku êdî van kirinên xwe yên wisa rawistîne.

Ji dema ku Rûsya kempeyna xwe ya esmanî li Sûriyê destpê kiriye, Tirkiyê xembariya xwe nîşan dide û dibêje.

Enqere rexne li Moskowê dike ku bingehên Dewleta Îslamî (DAIŞ) nake armanc, lê Rûsya jî vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG