Çarşem, 10 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 15:45

    Tirkîye

    Parlamenter Gur: Li Hevalên Me Heqaret Hatîye Kirin

    x
    Rûniştinên doza KCK’ê  a ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 12 hevalên wî tên dadkirin, 21 mehê roja Duşemê li Wanê destpê kir. Îddîanemya dozê bû egera kêşeyan.

    Evuqatên Bekir Kaya û hevalên wî diyar kirin ku bi sedema vê dozê sîyaseta Kurd tê dad kirin û îddîaname metneke sîyasî ye, ne hiqûqî ye. Evuqatên dozê di rûniştina sibê de dadgehê protesto kirin û derketin.

    Şaredarê Wanê Bekir Kaya û hevalên wî jî gotin ku îddîaname li ser sîyasetek hatîye amade kirin û dadgeh ne bê alî û serbixwe.

    Şaredarê Wanê tevî hevalên xwe redî mahkeme kirin û ifade kirin ku ji îro û şûnde, di rûniştinan de ewê bersiva tu pirsan nedin.

    Parlamenterê Partîya Aşitî û Demokrasîyê BDP yê Wanê Nazmî Gur jî beşdarê rûniştinên dozê bû û jibo Dengê Amerîka got “îddîanameya dozê ji hizrên dozger pêk tê û ji serî heta binî li hevalên me heqaret hatiye kirin.”

    Parlamenterê Kurd jibo îddîanemya Doza KCK’ê ya Wanê got “ ew ne belgeyek hiqûqî ye, ew kufurname ye.”

    Hêjayî bibîrsixitinê ye ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya û hevalên wî, di çarçoveya doza KCK’ê  de, di 7’ê Heziranê de hatin girtin.

    Raport
    Raporti
    || 0:00:00
    ...    
     
    X
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.