Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Nepalê 6,200 ye


Karbidestên Nepalî dibêjin, hejmara kesên mirî di erdheja roja Şemî de ji 6,200 kesan borîye û tirs heye ku ew hejmar zêdetir be.

Hevdem, tîmên lêgerînê yên ji seranser cîhanê jî hewilên xwe didomînin ku termên qurbanîyan ji bin kavilan derdixin.

Hikûmeta Nepalê jî ragihand ku ewê $1,000 bide her malbatên qurbanîyan û $400 jî jibo mesrefên binaxkirinê bide wan.

Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku erdhejê bandor li ser 8 mîlyon kesan kiriye û 2 mîlyon kes jî bê cîhûwar bûne.

XS
SM
MD
LG