Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de li Nîjerya 5 Kes Hatin Kuştin


Di encama peqînekê li sekenokeke otobusê de herî kêm 5 kes li bakurê rojhilata Nîjerya hatine kuştin, 12 kesên din jî birîndar bûn.

Demûdest ti kes ew peqîna li bajarokê Azare li herêma Bauchi negirt ser xwe.

Lê, pispor bi bîr tînin ku Boko Haram a tundrê di nav şeş mehên borî de, gelek êrîşên dijî banka, polîsxane û xwendingehên li Azare pêk tîne.

Piştî ku hikûmeta Nîjerya Înîya borî agirbestek bi Boko Haram re ragihand, ew cara çaran e ku êrîşên wiha diqewimin.

XS
SM
MD
LG