Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Tankereke Gazê de 100 Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Di peqîneke de, li karxaneyeke gaze, herî kêm 100 kes li başûrê Nîjerya hatin kuştin. Li gor ragihandina rojnamevanên ji cîhê bûyerê, gelek kesên din jî birîndar bûn.

Ofîsa Serokê Nîjerya Muhammadu Buhari îro Înê ragihand ku bi dehan kes ku çavereyê pîrozkirina Cejna Krîstmisê bûn, di peqînê de hatin kuştin, lê hejmareke zelal ya qurbanîyan neda.

Hate ragihandin ku di karxaneyeke gaze de, li bajarokê Nnewi şewatek derket. dema qamyoneke gaze bare xwe vala dikir.

Raportên ji herêmê radigihînin ku di encama derketina êgir de qurbanîyên ku bo kirîna gaza xwarinçêkirinê lo dorê bûn, gîş bi şewitînê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG