Şemî, 22 Meha Yazde, 2014 Demê Xwecihî 11:26

Herêmên Kurdan

Kurdên li Tirkîyê Alîkarî Dişînin Kurdên Binxetê

Kurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didinKurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didin
x
Kurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didin
Kurd li Dîyarbekirê piştgirtîya xwe ji Kurdên Sûrîyê re nîşan didin
Platforma Piştgirîya Kurdên Sûrîyê ku demekî berê ji alîyê rêxistin û partîyên Kurdan li Dîyarbekirê hatibû damezrandin, roja Înê 2 qamyon alîkarîyên mirovahî dişîne Nisêbînê.

Platform jibo vê xebatê, roja Çarşemê li avahîya Kogreya Civaka Demokratik daxuyanîyek da medyayê.

Nûnerê Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê, Varoj Telo jî di daxuyanîyê de amade bû. Wî ji Dengê Amerîka re destnîşan kir ku ev hewildan jibo Kurdên Rojava pir girîng e jiber ku niha li wê derê rewşeke pir xirab heye.

Birêz Telo da zanîn ku berî du hefteyan Hikûmeta Herêma Kurdîstanê jî alîkarîyên mirovahî hinart Rojava û spasîya xwe da.

Varo Telo herwiha got, Desteya Bilind a Kurd û bi nûnerêkî opozîsyona Sûrî yê bi navê Michel Kilo ye, li Serêkanîyê hevdîtinek pêk anîye. Wî dîyar kir ku Desteya Bilind çend daxwazan ji opozîsyona Sûrî kirine.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connection 21 NOV 2014i
|| 0:00:00
...  
🔇
X
22.11.2014 03:04