Pêncşem, 11 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 22:04

    Afrîqa

    Di Encama Peqîneke de Kuştî û Birîndar li Nîjeryayê Hene

    x
    Di encama peqîneke li dikaneke fîşekên hawayî (fireworks) de,  bi kêmî ve 1 kes li bajarê Lagos yê Nîjeryayê hate kuştin

    Peqîna roja Çarşemê dikan wêran kirin û bû sedema şewatekê ku zîyan gihand çend avahîyên din jî.

    Hate ragihandin ku piştî pirtir ji 5 demjimêran jî agir hîn jî nehatibû vemirandin. 

    Nûçegihanekî Dengê Amerîka li Lagosê dibêje, karbidest kuştina kesekî piştrast kirine, lê jiber şewatê nasnameya wî nehatîye dîyar kirin.

    Karbidest herwiha dibêjin ku 40 kesên din jî bi rêjeyên cuda di nav agir de hatine şewitandin.

    Ajansa rêvebirina awarteyan li Nîjeryayê dibêje ku dikan bi wan fîşekên hawayî hatibû tijî kirin.

    Ajans herwiha rêxistinên ewlekarîyê dê sedema şewatê vekolin.
    Ev forume hate girtin.
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.