Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Dibêje Wê Bombeya Navokî ya Biçûkkirî Ava Kir


Xwepêşanderên Koreya Başûrî rêberê Bakur Kim Jong Un protesto dikin
Xwepêşanderên Koreya Başûrî rêberê Bakur Kim Jong Un protesto dikin

Li Koreya Bakur, Komîsyona Berevanîya Netewî ragihand ku wê karîye bi serketî çekeke navokî ya biçûkkirî ava bike.

Pisporên navokî dibêjin, eger ew îdia were piştrast kirin, gefeke nû li ser Amerîka û hevalbendên wê ava dibe.

Ajansa Nûçeyan ya dewleta Koreya Bakurî îro Çarşemê ragihand ku ew sîlahû nû ewqas bûçuk e ku dikare li ser muşekan bê cîh kirin.

Koreya Bakur bi berdewamî diblje, bi van çekên nû û muşekên nû yên dûravêj, ewlehîya wê ji berê gelek baştir bûye.

Welatên Rojava ji mêjve di xemê de bûn ku Pyongyang hewil dide bombeyeke wiha biçûk ava bike ku dikare bi muşekên balîstîk kar bîne, lê nêrîneke zelal tunebû ku Koreya Bakur çiqas nêzîkî pêkanîna wê yekê ye.

XS
SM
MD
LG