Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hevguherîna Dîlan de Nusra Leşkerên Lubnanî Azad Dike


A woman stands at the shore of the Baltic Sea in Niendorf, northern Germany, just before sunrise.
A woman stands at the shore of the Baltic Sea in Niendorf, northern Germany, just before sunrise.

Çekdarên Nusra ya bi el Qaydê re girêdayî îro Sêşemê, bi navbenykarîya Qatarê, 16 leşkerên Lubnanî azad kirin.

Mîlîtanên Nusra û DAIŞê di dema êrîşeke ser bajarokê Arsal ya ser sînorê Sûrîyê de, di Tebaxa 2014ê de, nêzîkî 25 leşkerên Lubnanî bi saxî girtibûn, lê 10 ji wan leşkerana, di dema êrîşê de kuştibûn.

Şer hîngê derketibû, bi sedema ku Lubnanê hemwelatîyekî Sûrî yê endamê Nusra desteser kiribû û Nusra reaksîyoneke tund hember wê yekê dabû.

Di hevguherîna dîlan ya îro Sêşemê de, Lubnanê jî jimareke kesên girtî serbest kirin. Hat ragihandin ku Nusra jî herwiha termê leşkerekî kuştî jî vegerand.

Tundîya ji şerê navxweyî yê li Sûrîyê, pir caran giheştibû Lubnanê jî û bû sedema alozîyan. Hîzbullaha Lubnanî jî endamên xwe şandibûn Sûrîyê ku piştgirîya Serokê wî welatî Beşar Esad bikin.

XS
SM
MD
LG